Yekîtiya Ewropayê peymana Brexîtê pesend kir

Serokên Yekîtiya Ewropayê peymana Brexîtê û belgeya deklerasyona siyasî pesend kirin

Yekîtiya Ewropayê peymana Brexîtê pesend kir

Serokdewletên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) peymana Brexîtê û belgeya deklerasyona siyasî ya ku di dahatûyê da wê tesîrê li ser têkiliyên bi Îngiltreyê ra bike, pesend kir.

Donald Tuskê Serokê Konseya YEyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha daxuyand "27 welatên YEyê peymana cihêbûnê û belgeya deklerasyona siyasî ya ku dahatûya YE û Îngiltreyê diyar bike, pesend kirin."

Peyman 40 deqîqe piştî destpêka civînê hat îmzekirin.

Metnê peymana cihêbûnê ji hêla muzakerevanên YE û Îngiltereyê va hat amadekirin.

Di hemû mijarên ku wê di encama Bretîxê da derkevin holê da ev metn wê ji hêla hiqûqê va tesîrê bike.

Ev peyman wê di dahatûyê da tesîrê li ser têkiliyên YE û Îngiltreyê bike.

Piştî vê divê ev peymana cihêbûnê ya Bretîxê ya 585 rûpel e ji hêla Parlamentoya Ewropayê (PE) û Parlamentoya Îngiltereyê va bê pesendkirin.

Îngiltereyê di 23yê Hezîrana 2016an da referandumek kiribû û biryar dabû ku ji Yekîtiya Ewropayê derkeve.

Di 29ê Adara 2019an da bi awayekî fermî wê ji YEyê veqete.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Mijdar 2018, 15:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE