Yekîtiya Ewropayê xwe amade dike ku Îngiltere bêlihevkirin veqete

Berdevkê Konseya Yekîtiya Ewropayê Preben Aamann redkirina peymana Brexitê ya bi destê parlementoya Îngilîzan hat kirin ji AAyê nirxand.

Yekîtiya Ewropayê xwe amade dike ku Îngiltere bêlihevkirin veqete

Berdevkê Konseya Yekîtiya Ewropayê Preben Aamann li ser redkirina peymana Brexitê ya bi destê parlementoya Îngilîzan hat kirin, sekinî û got: "Bi vê dengdayînê va îhtimala ku wê Îngiltere ji yekîtiyê bê şert û merc veqete, zêdetir bû. Em vê nexwazin jî ji bo vê em ê amadehiyên xwe bikin."

Peymana ji yekîtiyê veqetîn (Brexit) a ku Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May ji bo pesendkirinê pêşkeşî parlementoya Îngilîzan kiribû bi dengdayînê va hat redkirin.

Aamann jî redkirina peymanê ya bi destê parlementoya Îngilîzan ji nûçegihanê AAyê ra nirxand û diyar kir ku 27 endamên Yekîtiya Ewropayê wê yekîtiya xwe bidomînin û li gor berpirsyariyên xwe tevbigerin. Di berdewamiya nirxandina xwe da Aamann got ku bi armanca kêmkirina tesîra zirar ji ber Brexsitê mayê ji destê wan bê wê bê kirin.

Berdevk Aamann destnîşan kir ku piştî raydayîna li Îngiltereyê ji bo hemû îhtimalan ewê amadehiyên xwe bidomînin û wiha pê da çû: "Bi vê dengdayînê va îhtimala ku wê Îngiltere ji yekîtiyê bê şert û merc veqete, zêdetir bû. Em vê nexwazin jî ji bo vê em ê amadehiyên xwe bikin."

Di parlementoya Îngilîzan da peymana derketina ji yekîtiyê ku Serokwezîr Mayê bi Yekîtiya Ewropayê ra li serê lihevkiribû bi 432 rayên na yê va hat redkirin û ji bo qebûlkirina peymanê jî bi tenê 202 rayên erê hatibûn dayîn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE