Yewnanistan dijî koçberên bêdestûr guleyên plastîk bi kar tîne

Yewnanistan dijî koçberên bêdestûr guleyên plastîk bi kar tîne

Hêzên ewlehiyê yên Yewnanistanê du koçberên bêdestûr yên Efxan ku dixwestin derbasî sînorên Ewropayê bibin bi guleyên plastîk birîndar kirin.

Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê yên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, polêsên Yewnanistanê ji bo rê li ber koçberên bêdestûr yên dixwazin herin Ewropayê bigirin guleyên plastîk bi kar tînin.

Du koçberên bêdestûr yên Efxan yên dixwestin derbasî sînorên Ewropayê bibin bi destê polêsên Yewnan bi guleyên plastîk va hatin birîndarkirin.

Koçberên birîndar hatin dermankirin.

Beriyê vê jî hêzên Yewnan koçber aliyê Behra Egeyê va şandibûn, gelek zehmetî bi wan dabûn kişandin. Ji ber van tevgerên dijî mirovahiyê gelek koçber ji ber sermayê cemidîbûn û miribûn.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE