Yewnanistanê ji bo endamtiya NATOyê ya Makedonyayê erê kir

Li parlementoya 300 parlementerên wê hene 294 parlementeran deng dan. Protokol bi dengê "erê" ya 153 parlementeran hat qebûlkirin.

Yewnanistanê ji bo endamtiya NATOyê ya Makedonyayê erê kir

Li Yewnanistanê parlemento piştî peymana der barê navê de ji bo protokola der barê endamtiya NATOyê ya Makedonyayê deng da.

Li parlementoya 300 parlementerên wê hene 294 parlementeran deng dan. Protokol bi dengê "erê" ya 153 parlementeran hat qebûlkirin. Di dengdayînê de 140 parlementerî dengê "na" da.

Digel parlementerên SYRIZAya di îqtidarê de partiya Potamî (Robar) jî pitgirî da protokolê û partiya Demokrasiya Nû (ND) ya di mixalefeta sereke de û Yewnanên Serbixwe (ANEL) ya ku hevkarê berê yê hikûmetê bû dijî protokolê derketin.

Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras axaftina xwe ya ji bo parlementeran de spasiya parlementerên bûn wesîle ku peyman derbas bibe kir û got ku "Ez wisa bawer dikim ku me digel tehdît û şantajan peywira xwe ya welêtperweriyê bi cî anî."AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 09:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE