YEyê bertek nîşanî bi tundiya polês kuştina Floyd da

Nûnerê Payebilind ê Têkiliyên Dereke û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YEyê Josep Borrell: "Ev dide nîşan ku hêz tê sûîstimalkirin û divê têkoşîna vê bi her awayî were dayîn"

YEyê bertek nîşanî bi tundiya polês kuştina Floyd da

Nûnerê Payebilind ê Têkiliyên Dereke û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell der heqê George Floydê welatiyê reşik ê Amerîkayê ku bi tundiya polês hat kuştin da wiha got, "Divê hemû civak ji bo bikaranîna hêza zêde baldar bin û ji bo bûyerên vî rengî divê bi awayekî ewle, bibandor û di çarçoveya serdestiya hiqûq û rêzgirina mafên mirovan da bersiv were dayîn."

Borell, Oliver Varhelyiyê Endamê Komîsyona YEyê yê ku ji Berfirehiyê Berpirsiyar e û Jutta Urpilainena Endama Komîsyona YEyê ya ku ji Şirîkatiyên Navneteweyî Berpirsyar e, li ser budçeya paşerojê ya YEyê û çavkaniyên ku wê seba têkiliyên qadên dereke werin terxankirin, civîna çapemeniyê li dar xist.

Borell pirsa li ser kuştina George Floyd û xwepêşandinên ku dû ra hatin lidarxistin bersivand û got ku Ewropa li ser vê kuştina tirsnak şaşwaz bû.

Borell bang kir û wiha got, "Divê hemû civak ji bo bikaranîna hêza zêde baldar bin û ji bo bûyerên vî rengî divê bi awayekî ewle, bibandor û di çarçoveya serdestiya hiqûq û rêzgirina mafên mirovan da bersiv were dayîn."

Borell diyar kir ku divê civakên demokratîk di heman demê da pêşî li ber bikaranîna hêzê ya bi vî rengî bigre û wiha dewam kir, "Ev dide nîşan ku hêz tê sûîstimalkirin û divê têkoşîna vê bi her awayî were dayîn."

Borell got, "Em her cure nijadperestî û tundiyê şermezar dikin" û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin ku welatî bi awayekî azad xwepêşandanê bikin.

Borell got ku "Reşik jî tê da hemû jiyan girîng in."

- Hewara Floyd ya "Bêhna min çikiya" tundiya polêsan anî rojevê

Polêsan roja sêşemê li Mînneapolîsê ji ber şika xapandinê George Floydê 46 salî binçav kiribû, polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî û li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" û li wan lava kiribû.

Welatiyên di wê derê da derbas dibûn bi têlefonê dîmena bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn.

Hatibû gotin ku ekîbên tenduristiya acil Floyd rakirin nexweşxaneyê lêbelê ew bi ser xwe da nehatibû û miribû.

Bi belavbûna dîmenan va nîqaşa tundiya ku polês li Amerîkayê dibin ser reşikan ket rojevê, Mînnesota di serî da li gelek bajaran protestoyan dest pê kir û didomin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE