YEyê der barê kuştina Kaşikçi de lêpirsîn xwest

Mogherînî: "Hûrguliyên der barê mirina Kaşikçi de û bi awayekî sosret îxlalkirina Peymana Konsolosiyê ya Viyanayê ya 1963yan gelekî endîşeyê dide"

YEyê der barê kuştina Kaşikçi de lêpirsîn xwest

Yekîtiya Ewropayê (YE) xwest ku der barê kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî de lêpirsîna berfireh, ewledar û zelal bê kirin.

Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehiyê û Têkiliyên Karên Derve yê YEyê Federîca Mogherîniyê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku ji ber mirina KAşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê ku ji ber karê xwe bi gelek rêxistin û saziyên Ewropayê re di nav têkiliyên nêz de bû gelekî xemgîn e û sersaxî da xizmên wî.

Mogherîniyê diyar kir ku YE di mijara parastina hemû rojnamevanên li cîhanê û pêkanîna azadiya çapemeniyê de biryardar e û destnîşan kir ku "Hûrguliyên der barê mirina Kaşikçi de û bi awayekî sosret îxlalkirina Peymana Konsolosiyê ya Viyanayê ya 1963yan gelekî endîşeyê dide."

Mogherîniyê da zanîn ku bi taybetî madeya 55emîn a ku Peymana Konsolosiyê ya Viyanayê ya 1963yan a "konsolosxane divê hember qanûn û verastkirinên welatê ku lê ye rêz bigire" îxlal kiriye.

- "Berpirsyar divê hesabê bidin"

Mogherîniyê destnîşan kir ku xatireya Kaşikçi û xizmên wî edaletê heq dikin û banga "Der barê kuştina Kaşikçi de lêpirsîna berfireh, ewle û zelal divê dewam bike û hesabdayîna berpirsyaran bê pêkanîn." kir.

Birêvebiriya Erebistana Siûdî eşkere kiribû Kaşikçiyê ku di 2yê cotmehê de piştî ku ket Serkonsolosxaneya Stenbolê jê xeber nehat sitandin "di encama raqeşiya ku li konsolosxaneyê qewimî de mir." 

Di nûçeya ku di ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê de cî girt de hatibû îdiakirin di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Erebistana Siûdî kir de dema ku Cemal Kaşikçi hat Serkonsolosxaneya Stenbolê "bi welatiyên Erebistana Siûdî yên din ên wir re ketiye navnîqaşê, nîqaş guheriye rageşiyê û di encama vê de Kaşikçi miriye."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Cotmeh 2018, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE