"Yên agirbestê dixwazin çekan ji Ermenistanê ra dişînin"

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev: "Yên agirbestê dixwazin çekan ji Ermenistanê ra dişînin. Lîsteya wê li cem min heye."

"Yên agirbestê dixwazin çekan ji Ermenistanê ra dişînin"

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev der barê binpêkirina agirbesta bi Ermenistanê ra da daxuyanî da.

Eliyev di daxuyaniya xwe da wiha got: "Em ji bo pevguhertina dîl û cinazeyan agirbestê razî bûn. Ermenistanê di nav çend deqîqeyan da agirbest binpê kir."

- "Yê ku agirbestê bixwaze çima çekan dişîne?"

Eliyev kesn piştgiriyê didin Ermenistanê rexne kir û wiha axivî: "Yên agirbestê dixwazin çekan ji Ermenistanê ra dişînin. Lîsteya wê li cem min heye. Yê ku agirbestê bixwaze çima çekan dişîne? Piştgirên Ermenistanê ez ji we ra dibêjim. Heke hûn dixwazin dewleta Ermenistanê rizgar bikin, jê ra bêjin bira ji axa me derkeve. Wê bi gotineke we derkeve."

- "Perê van ji ku derê tê?"

Der barê çek û muhîmatên Ermenistanê yên hatine îmhekirin da jî Eliyev wiha got: "252 tankên Ermenistanê hatin îmhekirin, 53 tank hatin bidestxistin. 6 pergalên S-300î hatin îmhekirin. Ez dipirsim, perê van ji ku derê tê?"

Serokkomar Eliyev daxuyand 17 gundên din jî ji dagirkeriya Ermenistanê hatin xelaskirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE