YNK di 21ê Berfanbarê da wê kongreya xwe bike

Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku Serokomarê berê yê Iraqe Celal Talabanî avakarê wê bû di 21ê Berfanbarê da wê kongreya xwe bike.

YNK di 21ê Berfanbarê da wê kongreya xwe bike

Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku avakarê wê Serokomarê berê yê Iraqe Celal Talabanî bû, piştî 9 salan wê di 21ê Berfanbarê da kongreya xwe bike.

Ji ser malpera înternetê ya fermî ya YNKê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku Konseya Serokatiyê ji bo eşkerekirina salnameya kongreyê li Silêmaniyeyê civiya.

Di civînê da biryar hat dayîn ku wê kongreya asayî ya 4emîn a YNKê di 21ê Berfanbarê da bê kirin û ji bo kifşkirina delegeyan jî ji 9ê Berfanbarê pê va wext dest pê bike.

Di vê navberê da tê payîn wê di kongreyê da ji bo sekreteriya giştî namzedek bê hilbijartin, lê di şûna vê da îhtimalek heye ku ji çend kesên  payebilind ên di nav partiyê da ne konseyek bê damezrandin û ev yek jî di rojevê da ye.

YNK di sala 1975an da ji hêla Celal Talabanî va hatibû damezrandin û piştî wefata wî jî ji ber gengeşiya di nav endamên partiyê da kongreya partiyê hat taloqkirin. Herî dawîn partiyê di 1ê Hezîrana sala 2010î da kongreya xwe kiribû.

YNK di hilbijartina parlementeriyê ya ku di 12ê Gulana sala 2018an da li Iraqê hatibû kirin da 18 parlementer derxistibû. YNKê di hilbijartina giştî ya ku li Herêma Kurdistana Iraqê 30ê Îlona sala 2018an hatibû kirin da jî wek partiya duyemîn hat hilbijartin û 21 parlementerên xwe di meclisê da bi cih kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE