"YPG wek şirketeke ewlehiyê hat bikaranîn"

Serokê Daîreya Têkiliyên Dereke ya HKIyê Dizeyî: "YPG wek şirketeke ewlehiyê hat bikaranîn"

"YPG wek şirketeke ewlehiyê hat bikaranîn"

Serokê Daîreya Têkiliyên Dereke ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizeyî diyar kir, PKKya rêxistina terorê di krîza Sûriyeyê da xwest ku bandora xwe empozeyî Kurdên Sûriyeyê bike û karên li wê derê biguherîne û daxuyand ku Amerîkayê di vê pêvajoyê da YPG/PKKya rêxistina terorê mînanî şirketeke ewlehiyê bi kar anî, piştî karê wan pê qediya jî ew terk kir.

Dizeyî di panela ku Enstîtuya Washingtonê li dar xist da axivî.

Dizeyî destnîşan kir, di 2011an da wexta ku li Sûriyeyê bûyer derketin wan ji partiyên Kurdan ra wiha pêşniyaz kir, "Li herêmê gelek civakên wek Ereb, Keldanî, Suryanî, Tirkmen û Ermenî dijîn û divê hûn di navbera van civakan da nebin sedema dijminayiyê" û wiha dewam kir, "Me got ku li Sûriyeyê piştî ku bûyer qediyan heke mixalif dibin heke rejim dibe, divê hûn Kurd diyaloga xwe qut nekin. Ji bo ku em wan bînin bal hev mixabin hewildanên konferansên li Hewlêr û Dihokê serkeftî nebûn. PYDyê bi serê xwe hereket kir û destûr neda ku partiyên Kurdan ên li herêmê fealiyetê bikin. Ji ber ku li wê derê DEAŞ derket û sefên YPGyê xurt bûn û çekên wan zêde bûn, firsenda xurtbûn û hêza şerkirinê ket destê wan." 

"YPG wek şirketeke ewlehiyê hat bikaranîn"

Dizeyî got Amerîkayê hêza eskerî ya YPG/PKKya rêxistina terorê ferq kir û li dijî DEAŞê piştgirî da wan û di vê pêvajoyê da 11 hezar endamên rêxistinê hatin kuştin, lê piştî ku Amerîka ji herêmê vekişiya, li vê derê hêz kete destê aktorên din û ji ber vê yekê jî planên PYDyê serkeftî nebûn.
Dizeyî wiha axivî, "Heke meriv ji dûr va lê dinhêre, YPG li dijî dijminekî spesifîk wek şirketeke ewlehiyê hat bikaranîn û niha karê wan qediya. Lêbelê li wê derê gelek heye, paşeroja wan û qedera wan heye, lê her tişt tevlihev e."

Dizeyî bersiv da îtiraz û pirsên li ser pênasekirina YPK/PKKyê wekî şirketeke ewlekariyê û wiha got, "Min ev îfade ji kesekî Rojavayî bihîst. Li wê derê kesekî xwedî bandor bû. Du sal herê hat û ji min ra got ku biqasî ku ew dibîne, gava karê wan qediya ew ê biterikînin (YPG/PKK), ji ber ku wekî şîrketa ewlekariyê miemeleyê bi wan dikin. Ji ber vê çendê jî ev gotin ne gotin min e."

"PKK gava bandora xwe li ser Kurdên Sûriyeyê emiland, kar guherîn"

Dizeyî, Herekata Kaniya Aştiyê ku Tirkiyeyê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê dijî YPG/PKKyê li dar xist jî nirxand û got ku heta 2013an peywendiya PYDyê bi Tirkiyeyê ra hebû, lê gava piştî ku PKKyê xwe ber ra kir, rewş guherî.

Dizeyî wiha axivî, "PKK gava xwe di ber ra kir û bandora xwe li ser Kurdên Sûriyeyê emiland, kar guherîn. Anku gava hûn bi çavê Tirkiyeyê lê mêze bikin, wê gavê hûn ê bibînin ku li ser 910 kîlomêtro sînorê wan ê bi Sûriyeyê ra xetereyê xwe nîşan da."

Dizeyî herwiha bal kişand ku ji operasyona Tirkiyeyê ya dijî herêmê bixwe, mixalifên ku di operasyonê da tên emilandin dibin sedema fikaran.

Dizeyî herwiha qala peywendiyên YPG/PKKyê bi rejimê ra jî kir û wiha got, "PYD heger du sal berê xwe nêzîkî rejimê bikira, dibe ku peymaneke baş bi dest bixista. Lêbelê ez ne bawer im ku êdî niha ev yek dê bibe."

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE