YPG/PKK digel mitabaqatê ji Til Rifetê êrîşên xwe didomîne

YPG/PKKya rêxistina terorê digel mitabaqata Tirkiye û Rûsyayê, ji Til Rifatê êrîşên xwe didomîne...

YPG/PKK digel mitabaqatê ji Til Rifetê êrîşên xwe didomîne

YPG/PKKya rêxistina terorê digel mitabaqata Tirkiye û Rûsyayê, ji Til Rifatê êrîşên xwe didomîne. Li gor mitabaqatê divê rêxistin di nav 4 rojan da ji Til Rifatê derkeve. Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) êrîşa ku rêxistinê ji herêmê kir, têk bir.

Tirkiye û Rûsyayê di 22yê cotmehê da mitabaqat îmze kir û li gor mitabaqatê ji 23yê cotmehê saet 12.00an pê va divê rêxistin bi çekên xwe va ji Tel Rifat û Minbicê werin derxistin, lê digel vê lihevkirinê YPG/PKK hê ji Til Rifetê êrîşên xwe ddiomîne.

Rêxistina terorê serê sibê di heman demê da xwest ku têkeve Kefer Kalbîn, Kefer Kaşera li başûrê Ezazê û herêma Meryemeyna başûrê rojhilata Efrînê.

ANS û rêxistinê bi çekên giran şer kirin. ANSyê êrîş berteref kir.

Artêşa Tirkiyeyê jî piştî pevçûnê gule avêtin kozikên ku terorîstên YPG/PKKyê li Til Rifetê lê bicih bûne.

YPG/PKKyê duh ji Til Rifetê êrîşî Ezazê kiribû û ji ANSyê 4 esker şehîd ketibûn, 7 esker birîndar bûbûn.

Til Rifat dikeve başûrê rojhilata Efrînê û başûrê Ezazê û 3 sal in di bin dagirkeriya rêxistina terorê da ye. Rêxistina terorê timî ji vê derê êrîşî deverên ku di destê ANSyê da ne, dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE