YPG/PKK li bakurê Sûriyeyê kolandina tunêlan didomîne

Rêxistin li Tel Ebyad, Resûlayn, Qamişlo û Malîkiyyeyê van xebatên xwe didomîne...

YPG/PKK li bakurê Sûriyeyê kolandina tunêlan didomîne

YPG/PKKya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê li qadên ku îşxal kirine kolandina tunêlan didomîne...

YPG/PKK li navçeyên navborî tunelên ku berê kolabûn dirêj dikin û yên nû vedidin. Rêxistin li ser xeta sînorê Tirkiyeyê ji aliyê rojava va li Tel Ebyad, Resûlayn, Qamişlo û Malîkiyyeyê jî van xebatên xwe didomîne.

Rêxistin li hemberî qereqolên ser sînorê Tirkiyeyê, li cî û warên piçûk ên li ser axa Sûriyeyê jî tunêlan dikole.

YPG/PKK bi vê rêyê ji bo operasyona eskerî ya muhtemel ku Tirkiye wê li rojhilata Feratê bike, amadehiyan dike.

Piştî ku YPG/PKK bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji Efrînê hat derxistin û şûnda derketibû holê ku rêxistin ji bo ji navçeyê dernekeve li gelek deran çal vedabûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE