YPG/PKK li Minbicê bi qedexeya derketina derva rê li ber bertekên gel digire

Gelê Minbicê bertekê nîşanî vê yekê dide û xwepêşanan dike. Rêxistin ji bo ku rê li ber bertekên gel bigire ji nîvê şevê pê va derketina derva 48 saetan qedexe kir.

YPG/PKK li Minbicê bi qedexeya derketina derva rê li ber bertekên gel digire

YPG/PKKya rêxistina terorê li navçeya Minbicê ya li ser Heleba bajarê Sûriyeyê bi qedexeya derketina derva rê li ber bertekên gel digire ku ew ji bo ciwanên bi zorê hildidin eskeriyê û çekan didin destên wan dernekevin kolanan û xwepêşanan nekin.

YPG/PKK ji sala 2016an vir va li Minbica rojavayê Çemê Feratê ye û bi zorê çekan dide destê ciwanan ku ew beşdarî refên rêxistinê bibin.

Gelê Minbicê bertekê nîşanî vê yekê dide û xwepêşanan dike. Rêxistin ji bo ku rê li ber bertekên gel bigire ji nîvê şevê pê va derketina derva 48 saetan qedexe kir.

Li Minbica ku ji sedî 99ê wê Ereb e duh xwepêşanek çêbûbû. Rêxistinê gule berdabû ser gel, sivîlek hatibû kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûbûn.

Piştî vê bûyerê gel cihekî kontrolê ya YPG/PKKyê ya li ser rêya Helebê bi dest xistibû û şewitandibû, esnafan jî kepengên kargehên xwe girtibûn.

YPG/PKKya rêxistina terorê ji bo qîz û kurên di navbera salên 1990-2003an da hatine dinyayê eskeriya salekê mecburî dike. Rêxistin li Minbic, Kobanê, Qamişlo, Malikiye, Dirbasiyê, Reqa û Dêrazorê ciwanên Ereban bi zorê hildide nav refên xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE