YPG/PKKya rêxistina terorê li Baregeha Eskerî ya Tabqaya ku li Reqaya bajarê Sûriyeyê dagir kiriye ekîbman û balafirên şer ên kevin û nayên bikaranîn ên rejima Beşar Esed dikêşînin Iraqê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin YPG/PKKya rêxistina terorê li Baregeha Eskerî ya Tabqayê ya ku dagir kiriye ekîbmanên teknikî û balafirên eskerî yên berê yên rejima Esed ên ku ji ber êrîşên di şerê navxweyî da xisar dîtine û bûne xurde dikêşin.
Çavkaniyan diyar kirin ku melzemeyên eskerî yên navborî yên ku ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yê li sînorê Iraq-Sûriyeyê di qaseyên wesayîtê da dibin Iraqê dibe ku li vir wek xurde bên firotin.
Baregeha Eskerî ya Tabqayê ya ku eskerên Fransayê ji bo piştgiriya YPG/PKKya rêxistina terorê ê bi cî bûbûnji adara 2017an vir va di bin dagirkeriya rêxistinê da ye.
AA