YPG/PKK zeviyan dişewitîne

Terorîstan li çoltera Hasekê agir berda zeviyên genim

YPG/PKK zeviyan dişewitîne

Rêxistina terorî PYD/PKK li bajarên Rojhilatê Firatê zilm û zordariya xwe didomîne. Ev çend hefte ne ku zeviyên niştecihên bajarên Rojhilatê Firatê tên şewitandin.

Li Tilebyad, Hesek, Tirba Sipî, Qamîşlo û Deyrazorê gelek zeviyên genim û ceh hatin şawitandin.

Terorîstan ji xwediyên zeviyan xwest ku kîloya genim bi 160 lîreyê Sûriyê bistine.Lê gel ev yek qebûl nekir. Ji ber ku ev daxwaza wan nehat qebûlkirin rêxistina terorê PYD/PKK’ê îcar dest bi zordariyê kir.

Van dîmenan jî rûyê rêxistina terorî PYD/PKK’ê yê qirêj careke din nîşan da. Ji wesaîdê peya dibin û berê xwe didin zeviyan.

Li wir agir berdidin zeviyên xelkê û pişt re direvin. Li ser wesaîdê jî qaşo alaya QSD’ê eşkere xuya dike.

Xelk bêçare maye û ji destê wan jî tiştek nayê.Tenê li agirê ku berdane zeviyên wan temaşe dikin.

Li gorî agahiyan heya niha bi hezaran donim zeviyên genim û ceh hatine şewitandin.

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 11:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE