YPG/PKKyê banga rejima Esed red kir

YPG/PKKya rêxistina terorê teklîfa rejima Beşar Esed û Rûsyayê ya ji bo beşdarî artêşa Sûriyeyê bibin red kir.

YPG/PKKyê banga rejima Esed red kir

YPG/PKKya rêxistina terorê teklîfa rejima Beşar Esed û Rûsyayê ya ji bo beşdarî artêşa Sûriyeyê bibin, bi hinceta seba mihafezekirina hebûna wê ya rêxistinî temînat nayê dayîn, red kir.

Li gor nûçeya SANAya ajansa nûçeyan ya rejima Beşar Esed, Wezareta Parastina Sûriyeyê bangî YPG/PKKya rêxistina terorê ya bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hereket dike kir ku beşdarî artêşa Sûriyeye bibin.

Li ser vê YPG/PKKya rêxistina terorê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber ku ji bona mihafezekirina hebûna wê ya rêxistinî temînat nayê dayîn vê teklîfê qebûl nakin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew encax bi lihevkirineke siyasî û nasînê dikarin beşdarî artêşa Sûriyeyê bibin. Rêxistinê di daxuyaniyê da zimanê teklîfa rejimê jî rexne kir.

Piştî bersiva YPG/PKKya rêxistina terorê hêzên rejima Esed yên ku ji bo alîkariyê hatibûn navçeya Til Temirê ji herêmê vekişiyan.

Ji hêla din va, Rûsya jî seba ku YPG/PKK û rejima Esad bibin yek ket dewreyê. Lê li gor agahiyan Rûsyayê jî di mijarê da hê tu encam bi dest nexistiye.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE