YPG/PKKyê bi skandala li NYyê qebûl kir ku di şer da zarokan bi kar tîne

YPG/PKKya rêxistina terorê bi salan e zarokên temenê wan di navbera 11-15 salî da ne ji malbatên wan dûr dixe, di kampanda perwerdeyê dide wan û di şer da bi kar tîne

YPG/PKKyê bi skandala li NYyê qebûl kir ku di şer da zarokan bi kar tîne

YPG/PKKya rêxistina terorê ji bo "şervanên zarok yên di nav refên xwe da berde" bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ra peymanek îmze kir û bi vê îmzeyê va sûcê xwe yê şer jî qebûl kir.

Duh YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku navê Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê (HDS) li xwe dike li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê bi Virgînîa Gambaya nûnera taybet a zarokên di şerên çekdarî da ya Sekreterê Giştî ya NYê ra bi merasimeke fermî ji bo "şervanên zarok yên di nav refên xwe da berde" peyman îmze kir.

YPG/PKK demeke dirêj e zarokên temenê wan di navbera 11-16 salî da ne di nav refên xwe da ji bo şer bi kar tîne. Bi vê peymana skandal va rêxistin bêdengiya xwe xira dike û cara ewil e vê rewşê qebûl dike.

- Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wêneyên şervanên zarok derketibûn holê

Rêxistinên mafên mirovan çend caran ev mijar anîbûn rojevê û mijar ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va jî hatibû belgekirin.

Li Efrînê li ser terorîstên hatine berterefkirin di makîneyên wênekişandinê da wêneyên şervanên zarok hatibûn dîtin û AAyê ev wênê weşandibûn.

Dîsa di 22yê Adara 2018an da di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li herêma Hecîhesenliya Efrînê kampa zarok lê tên perwerdekirin jî ji hêla AAyê va hatibû nîşandan.

Kampa zarokên temenê wan di navbera 13-17 salî da ne lê tên perwerdekirin hatibû hilweşandin û dîmenên wê hatibûn parvekirin.

Yasemin Arifa 17 salî dema 14 salî bû YPG/PKKyê beşdarî refên xwe kiribû û ew li Dêrazorê di pevçûnan da miribû. Ev mijar di 22yê Cotmeha 2018an da hatibû tespîtkirin.

- Sûcê şer

Mijara zarokan di şer da wek şervan bikaranîn di Peymanên Cenevreyê yên Der barê Parastina Sivîlan a Wextê Şer ê 1949an da cih digire û hatiye qedexekirin.

Di van peymanan da tê xwestin ku bila zarokên temenê wan ji 15 salî biçûktir in tevî meseleyên şer nebin û di şer da li aliyê tu hêzeke çekdar cih negirin.

Rêxistina ku endamên wê kêm dibe vê valahiyê bi zarokan va tije dike. Ev sûc ji hêla rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî va gelek caran tê rojevê û tê nirxandin.

Saziyên wekî Rapora Tîcareta Mirovan a ku Amerîkayê di Tîrmeha 2015an da weşandibû, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di raporên xwe da gelek caran diyar kiribûn ku rêxistin zarokan dide şerkirin û ev di daneyên NYyê da jî heye.

Li gor NYyê di sala 2017an da YPG/PKKyê jê 72 qîz herî kêm 224 ji malbatên wan dûr xist, di kampan da perwerde da wan. Di sala 2018an da ev rêje 5 qat zêde bû.

YPG/PKK zêdetir zarokên debara wan nebaş e hildibêjêre an jî zorê dide wan û wan dibe kampan. Di kampan da perwerdeyê dide van zarokên temenê wan di navbera 11-16 salî da ne û êdî destûrê nade ew malbatên xwe bibînin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE