YPG/PKKyê bi topan êrîşî Efrînê kir

YPG/PKKya rêxistina terorê bi topan êrîşî navçeya Efrînê kir û di êrîşê da du sivîl birîndar bûn

YPG/PKKyê bi topan êrîşî Efrînê kir

YPG/PKKya rêxistina terorê ku li bakurê Sûriyeyê navçeya Til Rifatê dagir kiriye, bi ropan êrîşî navenda navçeya Efrînê kir û di êrîşê da du sivîl birîndar bûn.

YPG/PKKyê ji gundê Başîlhaya li herêma Til Rifatê bi topan êrîşî navenda navçeya Efrînê kir.

Di êrîşê da du sivîl birîndar bûn.

YPG/PKKya ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji Efrînê hat derxistin, li başûrê rojhilata navçeyê li herêma Til Rifatê dagirkirina xwe didomîne, ji vê derê timî niştewarên destê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) dixe hedef.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE