YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê li Reqaya ku dagir kiriye, ji bona tevlî kadroyên xwe yên çekdar bike bi navê "eskeriya mecbûrî" 28 ciwan biriye.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî terorîstên YPG/PKKyî duh li bi ser beldeya Mansûreyê da girtin ku li rojavayê Reqayê dikeve.
Li gor agahiyan endamên rêxistinê 28 ciwanên ku li ber çêm bi malbatên xwe ra piknîk dikirin birin.
Li gor agahiyan ciwanên birine li Tabqaya navçeya li rojavayê Reqayê qaşo kirine kampên perwerdeyê.
YPG/PKK li navenda Reqayê û dorberên wê ji bona tevlî xwe bike bi zorê ciwanan dibe.
AA