YPG/PKKyê ji Til Rifetê êrîşî sivîlên Ezazê kir

Di êrîşa ku birin ser wargehên sivîlan da 4 sivîl birîndar bûn

YPG/PKKyê ji Til Rifetê êrîşî sivîlên Ezazê kir

YPG/PKKya rêxistina terorê digel mitabaqata Tirkiye û Rûsyayê li Til Rifetê dagirkeriya xwe didomîne û ji navçeyê bi roketan êrîşî navçeya Ezazê kir û 4 sivîl birîndar bûn.

Li gor mitabaqata ku Tirkiye û Rûsyayê di 22yê cotmehê da çêkirin, divê YPG/PKK navçeya Til Rifetê ya ku dikeve bakurê Sûriyeyê, vala bikira, lê ji navçeyê êrîşên xwe didomîne.

Terorîstan ji Til Rifetê 6 roket avêtin navenda navçeya Ezazê.

Di êrîşê da roketên katyuşayê hatin avêtin û li gor tesbîtên ewilîn 4 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyeyê jî bi obusan bersiv da û kozikên ku terorîst tê da nin kirin hedef.

YPG/PKK bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji Efrînê hat derxistin, lê li herêma Til Rifetê ya ku dikeve başûrê rojhilata Efrînê, dagirkeriya xwe didomîne.

Rêxistina terorê li vê herêmê bi cih bûye û timî êrîşî wargehên ku di bin kontrola Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) da ye, dike.

Rûsya û Tirkiye dema Herekata Kaniya Aştiyê li hev kirin û li gor mitabaqatê Rûsyayê soz dabû ku rêxistina terorê ji Til Rifetê derxe.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE