YPG/PKKyê li Ezezê mayin teqand

Di dafika YPG/PKKya rêxistina terorê da ji Artêşa Sûriyeya Azad kesek mir û 2 kes jî giran birîndar bûn

YPG/PKKyê li Ezezê mayin teqand

YPG/PKKya rêxistina terorê li Ezeza navçeya Sûriyeyê dafikeke bimayîn bi cih kir, ji Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) kesek mir û 2 kes jî giran birîndar bûn.

Hêzên rêxistina terorê yên li bajaroka Kefer Kaşê ya li bakurê navçeya Tel Rifata Helebê bi cih bûne ketin Ezezê û li ser rêya eskerî ya ku muxalif jê tên û diçin mayin bi cih kirin.

Dema hêzên ji Artêşa Sûriyeya Azad li ser xeta eniyê dewriye davêtin mayin teqiya.

Ji kesên ku di wesayîtê da bûn kesek mir û jê 2 kes jî giran birîndar bûn.

YPG/PKKya li herêma Tel Rifatê bi cih bûye gelek caran êrîşî eniyên muxalifan dike, li cihên ku sivîl lê dijîn êrîşên bibombe dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 15:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE