Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, YPG/PKKyê li Hesekeyê piştî ku eşîrên Ereban bûn kefîl 40 terorîstên DEAŞê yên di girtîgehan da berda.
Piştî ku Türkiyeyê Herekata Kaniya Aştiyê da destpêkirin YPG/PKKyê bi sedan terorsîtên DEAŞê û malbatên wan berdabû û hîştibû ku birevin.
Rêxistinê bi vî awayî şantaj kiribû ku Amerîka û welatên rojavayî zorê bidin Türkiyeyê ku operasyon were sekinandin.
Wezareta Parastina Neteweyî di 17ê mijdara 2019an da daxuyanî da bû û diyar kiribû ku YPG/PKKya rêxistina terorê ji girtîgehên li Tel Abyadê herî kêm 800 DEAŞî berdan.
Rêxistinê di 2 mehên dawîn da ji Hola kampa li Hesekeyê jî ji hezarî zêdetir endamên DEAŞ bi malbatên wan ra berdabû.
AA