YPG/PKKyê êrîşî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê kir

Rêxistina terorê ya piştî destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê kete tengasiyê li xetên eniya Herekata Mertalê Feratê êrîşî kozikên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê kir

YPG/PKKyê êrîşî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê kir

Rêxistina terorê ya piştî destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê kete tengasiyê li xetên eniya Herekata Mertalê Feratê êrîşî kozikên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) kir.

Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê ji bo xirabkirina korîdora terorê ya hewl didin ava bikin û pêkanîna aştî û hizûra herêmê da destpêkirin dewam dike û YPG/PKKya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê dixebite eniyên teze veke.

Terorîstan kozikên ANSyê yên li Dîklabaş û Hezwana navçeyên Babê û Mare, Kel Cibrîn, Kefer Haşîr, Malikiye û Meranaza gundên Ezazê yên li herêma Herekata Mertalê Feratê xistin hedef.

Wekî mayîn YPG/PKKyiyan hewl dan ku dizîka têkevin Til Rifatê.

Şervanên ANSyê bersiv dan terorîstan li ser vê pêvçûna ku bi qasî 2 saetan li ber xwe da derket. Di dema pevçûnê da Artêşa Tirkiyeyê bi topan êrîşî kozukên terorîstan ên li dorberê Til Rifatê kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE