YPG/PKKyê zarok kirin şervan, dibistan jî depoyên muhimatê

Li gor rapora "Pevçûnên Biçek û Zarok" a ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî hat weşandin, li dinyayê herî zêde zarok di nav YPG/PKKyê da cî digirin

YPG/PKKyê zarok kirin şervan, dibistan jî depoyên muhimatê

Di rapora ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) va hatibû amadekirin da derket holê ku YPG/PKKya rêxistina terorê mektebên li Sûriyeyê ji xwe ra wek depoyên muhimatê bi kar tînê û zarokan jî dike milîtan. 

Li gor rapora "Pevçûnên Biçek û Zarok" a ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî hat weşandin, li dinyayê wekî rêxistin herî zêde zarok di nav YPG/PKKyê da cî digirin. 

Di raporê da hat gotin ku li Sûriyeyê 24 mekteb û nexweşxane ji bo fealiyetên eskerî tên emilandin û 14yê wan jî ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê tên bikaranîn. 

Di raporê da hat gotin ku li Sûriyeyê herî zêde zarok ji hêla Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê (HSD) ya paravana YPG/PKKyê da tên bikaranîn.

Li gor tespîtan li Sûriyeyê 806 zarokên şervan hene û 313yê wan di nav YPG/PKKyê da cî digirin. 

Li gor raporê ji zarokan sedî 40ê wan keçik in û ji wan jî sedî 20 kes jî emrê wan ji 15 salî biçûktir in.

Di raporê da hat destnîşankirin ku ji van keçikan 119ê wan jî beşdarî pevçûnan bûne.

Li Sûriyeyê Heyet Tehrîr Şam a koma çekdar a dijî rejimê şer dike 187 zarok, Artêşa Azad a Sûriyeyê jî 170 zarok di şer da wekî şervan emilandin.

Di rapora Neteweyên Yekbûyî da hat gotin ku li 20 welatên cuda dijî zarokan ji 24 hezarî zêdetir bûyerên îxlalkirin û şidetê hatine kirin.

Herî zêde zarok li Efxanistanê hatin kuştin û birîndar bûn. Li Efxanistanê heta niha 3 hezar û 62 zarok hatin kuştin.

Piştî Efxanistanê ji ber êrîşên esmanî hezar û 854 zarok jî li Sûriyeyê hatin kuştin û gelek zarok jî birîndar bûn.

- Erebistana Siûdî 3 sal e di lîsteya NYê ya 'reş' da ye

Erebistana Siûdî ev 3 sal e ji ber îxlalên mafên mirovan di lîsteya NYê ya 'reş' da cî digire.

Li Yêmenê di êrîşên Erebistana Siûdî da heta niha 729 zarok hatin kuştin û gelekê wan jî birîndar bûn.

Di şerê Yêmenê da 398 zarok jî ji ber êrîşên Hûsiyan hatin kuştin.

- Herî zêde destdirêjî li Somaliyê çêbû

Wekî welat herî zêde şervanên zarok bi 2 hezar û 300 kesan va li pevçûnên Somaliyê hatin emilandin. Piştî Somaliyê bi hezar û 947 şervanên zarok va Nîjerya tê. 

Dijî zarokan weqiayên destdirêjiyê herê zêde bi 331 caran va li Somaliyê çêbûn. Piştî Somaliyê bi 277 weqiayên destdirêjiyê va Komara Demokratîk a Kongoyê tê.

Li dinyayê par nêzî 2 hezar û 500 zarok jî hatin revandin. Bi hezar 609 kesan va herî zêde li Somaliyê zarok hatin revandin.

Par di meha kanûnê da ji herêmên ku di bin kontrola DEAŞa rêxistina terorê da bûn, ji 46 welatên cuda hezar û 248 zarokên ku emrê wan ji 5 salî biçûktir anîn kampên li bakurê Sûriyeyê.

Li Iraqê ji ber têkiliya wan ya bi DEAŞa rêxistina terorê 902 zarok hatin binçavkirin. 

Li Filistînî jî ji sala 2014an vir va herî zêde zarok par hatin kuştin. Par ji ber rageşiya di navbera Îsraîl û Filistînê da 59 zarok hatin kuştin, 2 hezar û 756 zarok jî birîndar bûn.

Li Îsraîlê jî 6 zarok birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE