YPG/PKKya ku li Sûriyeyê şirîkê Amerîkayê ye, qanûnên Amerîkayê binpê dike

YPG/PKKya rêxistina terorê Qanûna Parastina Sivîlan a Sezar Sûriyeyê binpê kir û neftê difroşe rejima Esed

YPG/PKKya ku li Sûriyeyê şirîkê Amerîkayê ye, qanûnên Amerîkayê binpê dike

YPG/PKKya rêxistina terorê ku li Sûriyeyê piraniya çavkaniyên neftê dagir kiriye, Qanûna Parastina Sivîlan a Sezar Sûriyeyê binpê kir û neftê difroşe rejima Esed.

Nûçegihanên AAyê ketin şopa bazirganiya neftê ya navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan YPG/PKK û rejima Esed bi navbeynkariya rêvebirê milîsan û parlamenter Husam Qatircî danûstandina neftê dimeşîne. Qatircî nêzî rejimê tê zanîn.

Di navbera rêxistin û rejimê da danûstandina neftê li herêmên Dêrezor û Hesekeyê veşartî tê kirin.

Nefta ku YPG/PKK ji Dêrezorê tîne, li herêma Şedadiyê li wesayîtên neqliyeyê yên şirketa Husam Qatircî tê barkirin.

Wesayîtên neqilkirinê ji Şedadiyê bi rê dikevin û ji dirba el-Horê ku sînorên navbera rejim û rêxistinê xêz dike ra derbas dibin û diçin Humsa bajarê ku di binê kontrola rejimê da ye.

Cihekî din ê ku YPG/PKKya rêxistina terorê neftê difroşe rejimê jî Hesekeyê ye.

Rêxistin neftê li wesayîtan bar dike û li Rumeylana ku dikeve bakurê rojhilatê Sûriyeyê kom dike. Wesayîtên ku netf lê barkirî ne, ji vê derê bi rê dikevin û tên Hesekeyê.

Neft li Hesekeyê li wesayîtên Husam Qatirciyê navbeynkar tên barkirin. Wesayît ji rêya Ebyad-Reqayê ra û ser dirba el-Horê ra li herêmên rejimê tê belakirin.

- Li herêmên rejimê kêmasiya neftê dewam dike

Rejima Esed beriya şerê navxweyî bi xwe neft derdixist û xerc dikir, lê ji ber ku qadên neftê pêşiyê ketin destê DEAŞa rêxistina terorê û paşê YPG/PKKya rêxistina terorê ev qad dagir kirin, demeke dirêj e ku krîza sotemeniyê dikşîne.

Li Heleb, Lazqiye, Şam û Hamaya ku di destê rejimê da ne, pirsgirêk û tengasiya sotemenî û xazê heye.

Welatiyên ku dixwazin tup û sotemeniyê bikirin bi saetan disekinin lê digel vê nikarin têra xwe bikirin lewra herdu jî sînordarkirî tên belavkirin.

- Rejim bi rêxistinên terorê ra ji ser Husam Qatircî kirîn û firotina neftê dike

Rejima Esed li herêmên di bin kontrola xwe da digire ji bo pirsgirêka sotemeniyê ji holê rake bi rêxistinên terorê ra bazirganiyê dike.

Ev bazirganî jî ji ser şirketên Husam Qatirciyê karsazekî dewlemend e tê kirin û ew bû parlementer û wek xelat di meclisê da ye.

Amerîka û welatên Ewropayê Husam Qatircî di nav lîsteya kesên li ser wan mueyîde hene da bi cih kirin û ew bazirganiya di navbera rejima Esed û DEAŞa rêxistina terorê ra tê kirin, dibe serî.

Ji xwediyên “Qaterjî Group”ê yek jî Husam Qatirciyê Helebî ye û ji bo rejima Esed têk neçe tê zanîn ku wî komeke milîs damezrandiye û tevlî sûcên şer jî bûye.

- Şirîkên Amerîkayê qanûnên ku Amerîkayê daniye binpê dike

YPG/PKKya li herêmê "şirîkê" Amerîkayê ye him neftê difiroşe rejima Esed û him jî bi Husam Qatirciyê ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ew di nav lîsteya mueyîdeyan da bi cih kiriye ra bazirganiyê dike û bi van tevgerên xwe jî qanûnên Amerîkayê daniye binpê dike.

Li gor Qanûna Parastina Sivîl a Sûriye Sezarê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di 21ê berfanbarê da îmze kiribû û di 17ê hezîranê da jî ketibû rewacê ew sazî û kesên bi rejima Esed ra di qada bazirganî û derxistina neftê da alîkarî û şirîkatî bikin wê rastî mueyîdeyan bên.

Sazî û kesên ev yeka binpê bikin wê rastî mueyîdeyên wek wê êdî nikaribin biçin Amerîkayê, wê dest daynin ser mal û milkên wan ên li Amerîkayê, wê nikaribin bi sazî û welatên din ra di qada aboriyê da kar û bar bikin.

Amerîka li hemberî YPG/PKKya ku qanûnên wî binpê dike gelo wê mueyîdeyan bike rewacê yan na ev yek hê jî ne diyar e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE