YPG/PKKya rêxistina terorê çav berda fitreyên gel

Terorîstên YPG/PKKyê peywirdar kirin mal bi mal digerin û navê kesên naxwazin ku fitreyên xwe bidin rêxistinê fîş dikin

YPG/PKKya rêxistina terorê çav berda fitreyên gel

YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê li herêmên dagir kiriye tehdeyê li gelê sivîl dike û dest datîne ser fitreyan.

Terorîstên YPG/PKKyî li Sûriyeyê li herêmên ku dagir kirine zilmê li gel dikin û di meha remezanê da jî çav berda fitreyên ku belavî malbatên hewcedar dikin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat bidestxistin YPG/PKKyê serî li rêbaza DEAŞa rêxistina terorê da û ji bo ku dest dane ser fitreyan komên ku ji 2-3 terorîstan pêk tên ava kir.

YPG/PKKyî derî derî digerin û ji bo ku ji eqrebayên terorîstên ku di sefên rêxistinê di pevçûnan da mirin bibexşînin ji gel fitre dixwazin.

YPG/PKK fitreyê serê mirovî wek 1000 Lireyên Sûriyeyê (5,5 TL) diyar kir û gelê herêmê yê ku feqîriyê dikşîne jî ji tirsa nikare dengê xwe hember vê kirina rêxistinê derxîne.

Çavkanî diyar dikin ku terorîst navê kesên ku naxwazin fitreyê bidin fîş dikin.

- Di meha remezanê da jî zilm dikin

YPG/PKK şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kir hincet û bac zêde kirin û di du mehên dawîn da bihayê xurekên sereke derketibû biqasî 2 qatê berê.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin terorîstên YPG/PKKyî duh li navenda navçeya Qamişloya li bakurê rojhilatê welêt êrîşî sivîlên ku debara xwe bi îşportavaniyê dikin, kir.

Piraniya xwediyên dezgehan reviyan sivîlekî ma jî bi destê terorîstan hat derbkirin.

Sivîlê ku rastî êrîşa fizîkî hat demildest piştî bûyerê ji bo ku xwe bikuje derket ser avahiyekê.

Mirovên li cihê bûyerê sivîlê mexdûr qanî kirin û sivîlê dev ji çalakiya xwe berda.

YPG/PKKya rêxistina terorê li navçeyên Minbîc û Til Rifeta li bakurê Sûriyeyê û bajarên Reqa, Hesekê û Dêrazora li rojhilatê Robarê Feradê dagirkeriya xwe didomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE