Di navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) da ji ber ku rêxistinê hewl da bikeve başûrê Azezê pevçûn derket. Di pevçûnan da ji ASAyê kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
YPG/PKKyê duh şev êrîşî Meranaza gundê li başûrê Ezeza Sûriyeyê ya ku li hemberî Kilîsê ye kir.
Li ser vê di navbera rêxistina terorê û ASAyê da pevçûn derket. Di pevçûnan da ji ASAyê kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
- TSKyê bi obusan va hedefên terorê xist
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) serê sibê li Tel Rifatê êrîşî mewziyên terorîstên YPG/PKKyî kir.
YPG/PKKya ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji Efrînê hatibû derxistin li herêma Tel Rifatê dagirkeriya xwe didomîne.
Rêxistina ku vê derê bi cih bûye gelek caran êrîşî cihên di bin kontrola ASAyê da ye dike.
AA