YPG/PKKya rêxistina terorê erdên Ereban ên li rojhilatê Sûriyeyê dike kanton

YPG/PKKya rêxistina terorê erdên Ereban ên li rojhilatê Sûriyeyê dike kanton

YPG/PKKya rêxistina terorê li Dêrazorê ya li rojhilatê Sûriyeyê ya herî zêde Ereb lê dijîn qaşo yekeyên îdarî ava dike van bi kantonan va dixe yek.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, heyeteke ji hêzên koalisyona Amerîka pêşîkêşiyê dike duh li Kesreya bajaroka Dêrazorê bi terorîstên YPG/KKyê ra hat ba hev.

Hevdîtin li avahiya qaşo meclisa herêmî ya Dêrazorê hat kirin, eskerên Amerîkayê û serkeşên YPG/PKKyê beşdarî hevdîtinê bûn.

Di civînê da biryar dan ku li herêmên YPG/PKKyê dagir kirine yên Dêrazorê "Meclisên Herêmên Sivîl ên Dêrazorê" were avakirin.

Li gor vê rêxistinê erdên Dêrazorê ya Ereb lê dijîn wekî rojhilat, rojava, bakur û navîn parçe kir.

Erdên Dêrazorê ji gundê Ebû Hemamê hetanî bajaroka Bogazê, herêma rojava, ji bajaroka Basîrayê hetanî bajaroka Sûrê, ji Basîrayê hetanî gundê Tayanê xiste 4 parçeyan.

Rêxistinê parçeyên nû li gor sîstema kantonê tenzîm kiriye ji ber ku ji serjimara Ereban ditirse jî navê herêman danayne kanton.

Amerîka û hêzên koalisyonê hewl didin di navbera rêxistinê û Ereban da navçîtiyê bikin ligel vê li Dêrazorê car caran li dijî dagirkirin û zexta rêxistinê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin.

Rêxistina terorê YPG/PKK ku Amerîka piştê dike, ji 2014an vir va li Heleb, Hesek û Reqayê li herêmên ku dagir kiriye, qaşo rêveberiyên xweser ên xwecihî ragihandin û navê "kanton"ê li van kir.

- Rewşa li Dêrazorê

Milê Dêrazorê yê ku li rojhilatê Çemê Firatê dimîne, ji 2016an vir va di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da ye.

Navenda parêzgeha Dêrazorê, rojavayê wê û hin herêmên li rojhilatê wê, bi piştevaniya komên ku Îran piştê dike û her wiha Rûsyayê va piştî ku DEAŞ di Mijdara 2017an vekişiya, ket destê rejima Esed.

Erebên Dêrazorê yên ku li herêma di bin dagiriya YPG/PKKyê da dijîn, ji ber cudaxwazî, şertên neyînî yên jiyanê, gendelî û bertîlê carinan derdikevin kolanan û xwepêşandanê dikin.

Rêxistina terorê jî diavêje ser malên kesên ku beşdarî xwepêşandanan dibin û bi hincetên cuda sivîlên ku di navê da kalemêr, zarok û nexweş jî hene desteser dike.

Li gorî daneyên Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê aqûbeta bi qasî 4 hezar kesên ku di şerê navxweyî da bi destê YPG/PKKyê hatin destgîrkirin, nediyar e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE