YPG/PKKya rêxistina terorê li Iraqê bi çekên giran êrîşî pêşmergeyan kir

Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Serbest Lezgîn: "Komeke çekdar a PKKê ya ji 8 kesan pêk dihat dixwestin dereqanûnî derbasî Herêma Kurdistanê bibin."

YPG/PKKya rêxistina terorê li Iraqê bi çekên giran êrîşî pêşmergeyan kir

Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn diyar kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê ji ser sînorê Sûriyeyê va bi çekên giran êrîşî Pêşmergeyan kirin û got ku hêzên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê jî ev çend salin bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê va çekên giran didin YPG/PKKê û alîkariya wan dikin.

Lezgîn li Hewlêrê di avahiya Wezareta Pêşmergeyan da daxuyanî da rojnamegeran û der barê hewla YPG/PKKya ji ser sînorê Sûriyeyê dixwest dereqanûnî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û şerê qewimî da agahî da.

Di axaftina xwe da Lezgîn destnîşan kir li herêma alî Iraqê ya ser sînorê Sûriyeyê ku di bin kontrola Pêşmergeyan da ye bi şev rewşeke nedîtî qewimî û wiha domand: "Komeke çekdar a PKKê ya ji 8 kesan pêk dihat bi rêyên dereqanûnî xwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Pêşmerge bi wê komê hesiyan. Jixwe herkes dizane ku derbasbûnên ji alî rojava ber bi Herêma Kurdistanê va ji ser deriyên fermî yên sînor tên kirin. Lê ev koma hanê ya çekdar xwestin ji çem derbas bibin û dereqanûnî derbasî Herêma Kurdistanê bibin."

Lezgîn ragihand ku ji bo ew kom derbas bibe destûr nehat dayîn û wiha domand: "Gorî saeta herêmî di saet dora 04.00an da komeke YPG/PKKyî ya ji 50-60 kesî pêk dihat êrîşî ser cihê Pêşmergeyan a li wê derê ye kirin. Bi qasî saet û nîvek bi çekên giran êrîş kirin. Pêşmergeyan jî ji bo parastina wê derê ji ber êrîşên wan bersiv da û ew têk çûn û awayek rûreş vegeriyan ser axa Sûriyeyê."

Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Lezgîn destnîşan kir ku YPG bi telîmatên PKKê tevdigere û ev yek ji alî herkesî va tê zanîn û wiha domand: "Mixabin hêzên koalîsyona navneteweyî jî ev çend salin bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê da çekên giran didin van hêzan. Wek Wezareta Pêşmergeyan em dixwazin ku bila hêzên koalîsyona navneteweyî ji bo vê êrîşa bi şev qewimî berteka xwe nîşan bidin û vê yekê awayek tund şermezar bikin."

Lezgîn bal kişan ser daxuyaniyên Ferhad Ebdî Şahînê navê wî yê kod "Mazlûm Ebdî" yê û qaşo Serkirdeyê SDGya di bin kontrola YPG/PKKya rêxistina terorê da ye ku der barê rageşiya di navbera PKK û Pêşmergeyan da di 13ê Mijdarê da qewimî bû û got ku gotinên Ebdî û hevalên wî nîşan didin ku ew azad nînin û hemû daxuyaniyên xwe ji mamosteyên xwe yên li Qendîlê ne hildigirin û didin.

Lezgîn got ku wan telîmat da Pêşmergayan PKK û yan jî hêzeke nefermî dema êrîş kir bila ew xwe biparêzin.

Lezgîn negot ku gelo di wê êrîşa qewimî da mirî û birîndar hene yan na û ji bo vê yekê tu agahî neda.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE