YPG/PKKya rêxistina terorê li navçeya Qamişloya ser bajarê Hesekê bi dar û keviran êrîşî ser çalakvanên muameleyên rêxistinê protesto dikirin û 5 kes birîndar kirin.
Li gor agahiyên di çavkaniyên herêmî da cî girtin komeke meriv li bajarê di bin dagirkeriya rêxistinê da ne kom bûn û li nêzî avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê ye çalakî kirin.
Çalakvanan bihabûn, dagirkirina çavkaniyên li herêmê û hin sepandinên rêxistinê protesto kirin û xwestin kesên ji alî rêxistinê va hatine girtin bila bên berdan.
Li hemberî vê çalakiyê terorîstan jî bi dar û keviran êrîşî ser çalakvanan kirin û li gor tespîtên ewil 5 kes birîndar bûn. Terorîstan makîneyên wêneyan û kamerayên rojnamegerên çalakî dişopandin jî şikênandin.
AA