Zanyarê xwediyê Nobelê Îsraîl rexne kir

Prof. George P. Smithê ku di Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya 2018an danê: "Îsraîl rêgezên navneteweyî binpê dike û îşxalkirina axa Filistînê didomîne"

Zanyarê xwediyê Nobelê Îsraîl rexne kir

Prof. George P. Smithê ku di Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya 2018an danê, diyar kir, Îsraîl rêgezên navneteweyî binpê dike û îşxalkirina axa Filistînê didomîne.

Smithê ku ji Zanîngeha Missouriyê ya Amerîkayê ye, ji bo ku beşdarî merasima Xelatên Nobelê bibe hat Stockholma paytextê Swêdê û li wê derê wek dewetiyê Komeleya Filistîniyan ku komek akademîsyenên li Swêdê seba mijara Filistînê ava kirine, konferans da.

Smith got, "Îsraîl rêgezên navneteweyî binpê dike û îşxalkirina axa Filistînê didomîne."

Smith diyar kir ku divê ji bo çareseriyeke dudewletî piştgirî were dayîn û wiha dewam kir, "Divê mafê gelên Filistîn û Îsraîlê wek hev bin û mîna du dewletan li ser wê axê wek hev bijîn. Lê helwesta Îsraîlê ya rêzan nenas destûrê nade vê yekê. Divê Filistînî vegerin ser axa xwe ya îşxalkirî û mafê wan hemû paşve were dayîn."

Smith got ku Îsraîl ne tenê zextê dide ser Filistîniyan, cihûyên ku ji polîtîkayên xelet aciz dibin jî rastî zexta Îsraîlê tên, divê Îsraîl dev ji van zorbetidyan berde.

Piştî ku Smith Xelata Kîmyayê ya Nobelê hildabû, Îsraîl aciz bûbû û di rojnameyên Îsraîlê da hatibû gotin ku piştgirê Filistînê û dijberê Îsraîlê xelat hilda.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2018, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE