Zanyaran dîroka ku Vîkîng derbasî Amerîkaya Bakur bûne diyar kir

Zanyaran dîroka ku Vîkîng derbasî Amerîkaya Bakur bûne diyar kir

Di lêkolîna zanistî ya kovara Natureyê weşiya da hat gotin ku qewmê Vîkîngan di sala 1021ê da li Amerîkaya Bakur bi cî bûye.

Li gor lêkolîna komeke zanyarên ji Qanada, Hollanda û Almanyayê kirin qewmê Vîkîngan bi sedan sal beriya keşifkirina Amerîkayê ya ji alî Kristof Kolomb va hatiye Newfoundlandeya eyaleta Qanadayê.

Zanyaran xebatên xwe yên li ser bermayiyên sê darên ku li herêma L'Anse aux Meadows a girêdayî Newfoundlandê hatibûn dîtin, temam kirin û xwestin dîroka ku Vîgîng hatine parzemînê diyar bikin.

Li gor Beşa Qadên Parqê ya Qanadayê berhemên li qada L'Anse aux Meadowsê hatin dîtin nîşan dide ku miletên ji Ewropayê derbasî parzemîna Amerîkaya Bakur bûne û ev nîşaneyeke ewil e.

Ev agahî demeke dirêj e dihat zanîn û ji alî UNESCOyê va jî hatibû pesendkirin lê nedihat zanîn ku ka qewmê Vîkîngan çi çaxê hatiye wê derê.

Lêkolîneran ji bo hatina Vîkîngan tespît bikin li ser bermayiyên daran pergala radyokarbon a dîrok kifşkirinê ceribandin.

Di encama lêkolînê da zanyaran derxist holê ku qewmê Vîkîngan piştî zayînê di sala 1021î da hatiye Newfoundlandê û amûrên ku wê demê Vîkîngan pê dar jê kirine jî bi niştecihên wê herêmê ra tunebûne.

Di maqaleya xwe da zanyaran destnîşan kir ku qewmê Vîkîngan 471 sal beriya Kristof Kolombê Amerîkayê di sala 1492an da dema diçû Bahamayan keşif kiribû, hatiye parzemînê.

Li gor qeydên UNESCOyê avahîsaziyên ku li L'Anse aux Meadowsê wê wextê hatine çêkirin û yên li Gronland û Îzlandayê hatine dîtin dişibin hev û bi heman awayî hatine çêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE