Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf ji bo balafira rêwiyan a Rêhewaya Ukraynayê ku hat eşkerekirin ji hêla pergala hewayî va "bi xeletî" hatiye daxistin, lêborîn xwest.
Zarîf ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ji ber daxistina balafira rêwiyan a Rêhewaya Ukraynayê jî Amerîka sûcdar kir.
Di peyama xwe ya daxuyaniyê da Zarîf got: "Rojeke diltezîn e. Encama ewil a lêkolîna hêzên çekdar: Xetayeke mirovî ku di dema qeyrana ji ber macereperestiya Amerîkayê pêk hat bû sedema bobelatekê. Em pir poşman in. Ji gelê xwe, malbatên cangoriyan û hemû miletê xwe yê li berê ketin lêborînê dixwazin."
AA