Li bajarê Nablusê ya Şerîaya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê da zarokekî Filistînî yê duh ji ber guleyên eskerên Îsraîlê birîndar bûbû, wefat kir.
Li gor daxuyaniya Nexweşxaneya Radifiyeyê ya li Nablusê zarokê 16 salî yê duh ji hêla eskerên Îsraîlê va hatibû birîndarkirin wefat kir.
Hat ragihandin navê wî Ehmed Benî Şemse ye û ew ji serê xwe birîndar bûbû.
Cihûyan li bajaroka Beytayê nêzîkî Girê Subeyhê bereqeyên dereqanûnî ava kiribûn.
Filistîniyên dijî vê yekê derdikevin jî xwepêşanan dikin, li ser vê eskerên Îsraîlê jî bi guleyên rastîn va mudaxaleyê dikin.
AA