Li bajarê Afrinê xebatên tenduristiyê bênavber didomin. Li gund û navçeyên bajêr xebatkarên tenduristiyê zarok li dijî nexweşiyan derman kirin.
Li bajarê Afrinê xebatên tenduristiyê jî bênavber didomin.
Xebatkarên tendruristiyê gund bi gund digerin û zarokan derman dikin.
Xebatkarên tenduristiyê îsal jî li dijî nexweşiya felcbûna zarokan li 366 gundan geriyan.
Xebatkarên tenduristiyê zarok yek bi yek derman kirin. Di konrolan de zarokên heya 5 salî hatin dermankirin.
Gundiyên Afrinê jî ji vê xebatê gelek razî ne. Tîmên tenduristiyê ne tenê li malan li konan jî digerin û zarokan derman dikin.