Zarokên Îdlibî ku bê dibistan man, konên ku tê da dimînin vediguhêzin polan

"Piyên me dibin herî. Kon dilop dikin. Wexta em dicemidin, em destên xwe li hev dihesikînin da ku germ bibin"

Zarokên Îdlibî ku bê dibistan man, konên ku tê da dimînin vediguhêzin polan

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê malbatên ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wê ji mal û milkên xwe bûn û xwe sipartin kampa Reyanê, ji bo zarokên wan ji perwerdeya xwe nemînin rojê çend saetan konên xwe vediguhêzin dibistanê.

Li Sûriyeyê ji sala 2011an pê va ku şerê navxweyî dest pê kir, di êrîşên rejima Esed û piştgirên wê da bi sedan dibistan xerab bûn.

Sivîlên ku naxwazin zarokên wan ji perwerdeya xwe bimînin, rê û rêbazên alternatîf diceribînin.

Şêniyên kampa Reyanê ku li Kefer Aruka gundê Îdlibê ye, ji bo ku zarokên wan ji perwerdeyê mehrûm nemînin, konên xwe nava hefteyê 4 saetan didin xwendekaran.

Ji pola yekem heta pola çarem 386 xwendekar nava hefteyê di konan da dersê dibînin û paşê şêniyên kampê vedigerin jiyana xwe ya asayî.

Berpirsê dibistanê Ebdulqadir Paşa got, "Konê dibistanê tuneye. Em di navbera saetên 08.00 û 12.00î da konên sivîlan weke dibistan bi kar tînin. Paşê malbat vedigerin malên xwe."

Paşa diyar kir ku pêdiviya dibistanê bi kon, alavên qirtasiyeyê, texteyê nivîsê, rûniştek û ji bo ku lingê xwendekaran nebe herî pêdivî bi kevirên çaqilê hene. Paşa got ku 9 malbatên ku di kampê da dijîn, konên xwe seba xwendekarên dibistana seretayî texsîs dikin. 

Paşa wiha got, "186 jê xwendekarên kur, 200 jê xwendekarên keç, bi tevahî 386 xwendekar perwerde dibin."

- "Wexta em dicemidin, em destên xwe li hev dihesikînin da ku germ bibin"

Xwendelarê pola yekem Mihemed Cuma jî diyar kir, wexta ku baran dibare, av dide binê konan û ew şil dibin.

Cuma daxuyand, wexta ku baran dibare, seba ew şil nebin mamosteyên wan, wan dibe konekî din û wiha dewam kir, "Piyên me dibin herî. Kon dilip dikin. Wexta em dicemidin, em destên xwe li hev dihesikînin da ku germ bibin."

Mehmûd el Îbrahîm jî sal û nîvek berê mecbûrî ji Seraqiba navçeya Îdlibê koçî kampê kir. Îbrahîm jî wiha got, "Xwedê ji mamosteyên li kampê razîbe. Dildarî zarokên me perwerde dikin. Em naxwazin zarokên me cahil bimînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE