Zarokên Suriyeyî kêfxweş in ku vegeriyan mektebên xwe

Wezareta Parastina Neteweyî dîmenên piştî temîratê ji nû va vekirina dibistanên ku rêxistina terorê tehrîb kiribûn yên li herêma Herekata Kaniya Aştiyê parve kir

Zarokên Suriyeyî kêfxweş in ku vegeriyan mektebên xwe

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) bi sernava "Zarokên Suriyeyî yên li Herêma Kaniya Aştiyê ne kêfxweş in ku bi saya Türkiyeyê vegeriyan dibistanên xwe" dîmenên piştî temîratê ji nû va vekirina dibistanên ku rêxistinên terorê tehrîb kiribûn parve kir.

Di parvekirina ji ser hesabê Twîtterê yê wezaretê da dîmenên ku Mehmetçîk li fêrgehan diyariyan dide xwendekaran cî digirin.

Xwendekarekî Suriyeyî ji bo siyariyê spasiya Mehmetçîkê dike û dibêje ez ji we hez dikim.

Di dîmenan da xwendekarekî din dibêje ku bi saya Türkiyeyê dîsa vegeriyan mektebên xwe û dest bi perwerdeyê kirin û wiha diaxive: "Heke eskerên Türkiyeyê nebûna mekteb venedibûn. Em spasiya Türkiyeyê dikin. Em gelekî ji mamosteyan û Türkiyeyê hez dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE