Zayîata ku artêşa Azerbeycanê dide hêzên Ermenistanê dewam dike

Zayîata ku artêşa Azerbeycanê dide hêzên Ermenistanê dewam dike

Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê digel agirbestê li îstiqametên cuda yên eniyê bişev heta destê sibê gule berdan eskerên Azerbeycanê û niştewaran, artêşa Azerbeycanê jî gelek zayîat da hêzên Ermenî.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, pevçûn herî zêde li eniyên Xocawend, Fuzulî û Gubadliyê dewam dikin.

Li herêmên cuda yên eniyê 2 tankên T-72yê, 2 pergalên fuzeya Gradê, 14 topên cuda, çend qereqol, 6 otomobîl hatin îmhekirin û gelek personelên eskerî yên artêşa Ermenistanê hatin berterefkirin.

Hat destnîşankirin ku kontrola eniyê di destê artêşa Azerbeycanê da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE