Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy der barê pevçûnên li Donbasê zêde dibin da bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra li ser telefonê axivî.
Zelenskiy li ser Twitterê daxuyand wî der barê pevçûnên li Donbasê zêde dibin da agahî da Macron.
Zelenskiy got wî ji Macron ra behsa kesên li eniyê dimirin û siyasetmedarên Ukraynayî yên rastî êrîşî rojnamevanên navneteweyî tên kir û wiha dewam kir: "Ji bo rageşî bilez bê kêmkirin û mizakereya siyasî û dîplomatîk bimeşe rê û rêbazên hewce dikin hatin axaftin."
AA