Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand, di hefteyekê da nêzî 9 hezar eskerên Ûris hatin kuştin.
Zelenskiy bangî raya giştî kir û diyar kir ku Ukraynayê planên Rûsyayê di hefteyekê da serobino kir.
Zelenskiy di kêliya ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir, moralê eskerên Ûris xerab bû û wiha dewam kir, "Me planên wan ên ku bi salan amade dikirin, xerab kir. Dagirker direvin malên xwe."
Zelenskiy daxuyand ku Ukraynayî destevala ji malên xwe derketin û dagirker ji bajaran derxistin û wiha dewam kir, "Ez heyranê Ukraynayiyan im. Em ê wan (Ûrisan" bidin şermê û ji welatê xwe dûr bixin. Wekî ku wextekî li xwarina xwe digeriyan. Ev şervanên dewletê nînin. Ev zarokên winda yên ku kirine destiyê dasê ne."
- "Ukrayna wê ji ya xwe neyê xwarê"
Zelenskiy destnîşan kir ku her dagirker wê rastî berteka tund a Ukraynayiyan were û ew ê ji ya xwe neyên xwarê.
Zelenskiy got, "Di hefteyekê da nêzî 9 hezar Ûris hatin kuştin. Li aliyê Mikolayîvê bi dusedhezar û sêsedhezaran (eskerên Ûris) ên 19-20 salî mecbûrî bi firokeyan hildan."
AA