Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy: "Ji bo moşek, balafir û firokeyên Rûsyayê divê asîman bi temamî bê girtin. Di nava 5 rojan da dijî Ukraynayê bi 56 moşek û 113 moşekên seyrê êrîş hatin kirin."
Zelenskiy di parvekirina xwe ya li ser kanala Telegramê da der barê şerê Rûsya û Ukraynayê da axivî.
Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy diyar kir artêşa Rûsyayê bi tundî êrîşî bajarê Xarkovê dike.
Zelenskiy destnîşan kir ji bo moşek, balafir û firokeyên Rûsyayê divê asîman bi temamî bê girtin û got ku di nava 5 rojan da dijî Ukraynayê bi 56 moşek û 113 moşekên seyrê êrîş hatin kirin.
AA