Zelenskiy digel Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat cem hev

Zelenskiy digel Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Pelosiyê ku çû Ukranyayê hat cem hev

Zelenskiy digel Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat cem hev

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy digel Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosiyê ku çû Kîevê, hat cem hev.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê, Zelenskiy li Kîevê digel Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Pelosiyê hevdîtin kir.

Di hevdîtinê da Zelenskiy bal kişand ser girîngiya ziyaretê û wiha got, "Ez ji bo vê sinyalê minetdar im. Ev ji hêla gel, Kongre û herdu partiyên Amerîkayê va sinyaleke mezin a piştgiriya ji bo Ukraynayê ye. Ev nîşan dide ku Amerîka di êrîşkariya Rûs da serkêşiya piştgiriya ji bo Ukraynayê dike. Ez dixwazim spasiya we bikim ku hûn alîkariyê didin Ukraynayê ku serwerî û yekparebûna xaka xwe biparêze."

Pelosiyê jî destnîşan kir ku Ukrayna ji bo azadiyê bi qehremanî şer dike û heta ku ev şer bidome, Amerîka amade ye ku alîkariya Kîevê bike. Pelosiyê her wiha got ku Ukrayna sînorê azadiyê ye.

Di hevdîtinê da Zelenskiy "Nîşana Prenses Olgayê" teqdîmî Pelosiyê kir ku di xurtkirina hevkariya Ukrayna-Amerîkayê da roleke berbiçav leyîst, piştgirî da Ukraynaya serwer, serbixwe û demokratîk.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE