Zelenskiy: Em ê dagirkeran ji axa xwe bavêjin

Zelenskiy: Em ê dagirkeran ji axa xwe bavêjin

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy daxuyand ku ji bo hemû axa wan ya ji hêla Rûsyayê va hatiye dagirkirin bê xelaskirin ew ê têkoşînê bidomînin.

Zelenskiy li ser hesabê xwe yê Telegramê behsa 110 rojên şer kir û got Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li herêma Donbasê operasyonên serkeftî dike.

Zelenskiy anî ziman di nav 110 rojan da li herêmên başûr wan dîsa kontrol hilda destê xwe, qismeke mezin a herêma Harkîvê ji destê dijmin hat xelaskirin û wiha dewam kir: "Gelemperî ji 1000î zêdetir cih û war hatin xelaskirin, êrîşên dagirkeran ên li başûrê Ukraynayê hatin rawestandin. Şerê li Donbasê teqez wê yek ji wan şerê herî dijwar yê li Ewropayê ji bo Ewropayê hat kirin bikeve nav pelên dîrokê."

- "Berdêla şer ji bo Ukraynayê pir giran e"

Zelenskiy got ji bo şer dawî bibe hewcedariya wan bi çekên giran û modern heye û wiha axivî: "Em her roj hewl didin bala hevkarên xwe bikşînin ku topên modern wê ji bo Ukraynayê baş bin û li Donbasê Ukraynayî wê êrîşên Ûris dawî bînin. Di şer da gelek sivîl û zarok hatin kuştin. Ji bo Ukraynayê berdêla vî şerî pir giran û xirab e."

Zeleniskiy destnîşan kir ku xeta eniyê ya li Ukraynayê di şer da 2 hezar û 500 kîlomêtroyî derbas kiriye, ji bo ew dewam bikin û hemû axa xwe rizgar bikin tu rêyeke din li ber wan tune û got ewê dagirkeran ji axa xwe bavêjin.

- Kirim ne axeke wisa ye ku Ûris lê aramiyê bibînin

Zelenskiy got ji bo rizgarkirina axa xwe ewê hewl bidin, der barê şer da divê agahiyên rast ji b însanên li ser van axan dijîn bê dayîn û wiha dewam kir: "Ji wan ra bibêjin artêşa Ukraynayê wê miheqeq bê. Helbet em ê Kirima xwe jî rizgar bikin. Alaya Ukraynayê wê dîsa li Yalta, Sudak, Dzhankoy û Yevpatoriyayê biheje. Divê rayedarê Ûris yê ku li Kirimê dest daye ser axa biqîmet vê yekê bîne bîra xwe ku ev der ne axeke wisa ye ku ew lê aramiyê bibînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE