Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ji bo mizakereyên ku dê li Stenbolê bên kirin wiha got, "Ji bo hevdîtina rûbirû ya li Tirkiyeyê firsend û pêwîstî heye."
Zelenskiy di daxuyaniya bi dîmen a li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da qala hevdîtinên ku dê di navbera heyetên Ukrayna û Rûsyayê da li Tirkiyeyê bên kirin kir.
Zelenskiy diyar kir ku di mizakereyan da pêşaniyên wan tên zanîn û wiha got, "Li pêşiya me tûreke nû ya mizakereyê heye, lewra em aştiyê dixwazin. Li gorî ku ji min ra hat gotin, ji bo hevdîtina rûbirû ya li Tirkiyeyê firsend û pêwîstî heye. Ev ne xirab e. Ka em encamê bibînin."
Zelenskiy bal kişand ku ew dixwazin li welatê wan jiyan asayî bibe, serwerî û yekperçetiya xaka Ukraynayê bênîqaş e û garantiyên ewlekariyê yên bibandor ji bo dewleta wî mecbûrî ne."
AA