Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ji bo rageşiyê kêm bike Serokê Amerîkayê Joe Biden vexwend Kîevê.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Dewleta Ukraynayê Zelenskiy û Biden li ser telefonê der barê rewşa ewlehiyê ya Ukraynayê da axivîn.
Zelenskiy got welatê wan ji bo hemû rîsk û geşedanan amade ye û wiha axivî: "Em ê hemû rageşiyên dijî Ukraynayê bidin rawestandin. Kîeva paytextê Ukraynayê, bajarên din Harkîv, Lvîv, Dnîpro û Odesa ewle ne û tên parastin."
Zelenskiy ji ber piştgiriya Amerîkayê spasiya Biden kir û got heke ewlehiya welatê wan tunebe, ewlehiya Ewropayê jî wê çênebe.
Her du serok li ser mijarên hewldanên dîplomatîk yên ji bo ku hevdîtinên aştiyê dîsa dest pê bikin û mueyîdeyên Rûsyayê axivîn.
Zelenskiy ji ber hevkariya Amerîkayê ya der barê parastinê da jî wiha got: "Em hê ne endamê NATOyê ne. Ji ber vê temînata ewlehiya welatê meartêşa Ukraynayê ya xurt e."
Zelenskiy Biden vexwende Ukraynayê û got hatina wî wê îşareteke xurt ya ji bo kêmkirina rageşiyê bide.