Zelenskiy: "Ji bo Santrala Nukleerê ya Çernobîlê tu tehdîd tuneye"

Zelenskiy diyar kir ku çend roj berê 6 deverên ku agir pê ketibûn hatin temirandin û wiha dewam kir, "Ji bo Santrala Nukleerê ya Çernobîlê, depoya avêtiyên radyasyonê û objeyên din ên krîtîk tu tehdîd tuneye."

Zelenskiy: "Ji bo Santrala Nukleerê ya Çernobîlê tu tehdîd tuneye"

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir, agirê ku bi daristana li herêma ku bobelata nukleerê ya Çernobîlê lê çêbû, ket ji bo santrala nukleerê ne tehdîd e.

Zelenskiy dîmenek parve kir û der heqê agirê ku di 4ê nîsanê da bi daristana herêma Çernobîlê ket da daxuyanî da.

Zelenskiy diyar kir ku çend roj berê 6 deverên ku agir pê ketibûn hatin temirandin û wiha dewam kir, "Ji bo Santrala Nukleerê ya Çernobîlê, depoya avêtiyên radyasyonê û objeyên din ên krîtîk tu tehdîd tuneye."

Zelenskiy bangî gel kir û wiha got, "Dersa ku di 26ê nîsana 1986an da dan, tê bîra me. Kes wê nikaribe rastiyê ji we veşêre. Rastî ew e ku rewşa li wê derê di binê kontrolê da ye. Li Kîev û herêma Kîevê rêjeya radyasyonê di sînorên normal da ye."

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Anton Geraşçenko jî got ku agir hat temirandin, lê li hin cihên ku pûş û pelaş lê heye, hê dû radibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE