Zelenskiy: "Li hemberî êrîşên Rûs pêwîstiya me bi roketavêjên pirserî heye"

Zelenskiy: "Li hemberî êrîşên Rûs pêwîstiya me bi roketavêjên pirserî heye"

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir, ji bo ku ji êrîşên Rûsan sivîl bên parastin, pêwîstiya wan bi roketavêjên pirserî heye.

Zelenskiy beşdarî Zîrweya Serokên G7 ku online hat lidarxistin bû û li ser şerê ku zêdeyî du mehan e di navbera Ukrayna û Rûsyayê da didome, daxuyanî dan.

Zelenskiy bal kişand, artêşa Rûs duh li dijî gundê Bîlohorîvkayê yê li herêma Luhanska Ukraynayê êrîşa asîmanî pêk anî û wiha got, "Di vê êrîşê da 60 kes hatin kuştin. Ev kes di dibistana gund da xwe ji êrîşan diparastin. Ev, teqlîdkirina xirabiya Naziyan e ku li Ewropayê kirin."

Zelenskiy bal kişand ku Rûsya êrîşî Odessa û bajarên din dike û wiha got, "Ji bo ku ji êrîşên Rûsan sivîl bên parastin, pêwîstiya me bi roketavêjên pirserî heye."

Zelenskiy destnîşan kir, hemû Rûsên sûcê şer kirin divê bo edaletê bên radestkirin û bi rêya hevkariya navneteweyî divê bên girtin.

Zelenskiy her wisa got, ji bo nûkirina binesaziya ku di şer da zirar gihîştê, pêwîstiya wan herî kêm bi 600 milyar dolarî heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE