Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand, wan 144 eskerên Ukraynayî ku Rûsyayê kiribûn hêsîr, xelas kirin.
Zelenskiy bi rêya vîdeoyê daxuyanî da û diyar kir ku ew dixwaze xebereke qenc û girîng bide û wiha dewam kir, "Me 144 eskerên Ukraynayî ji esareta Ûris xelas kirin. Di nav van da 59 mihafizên neteweyî, 30 hêzên behrevan, 28 mihafizên artêşê, 17 mihafizên sînor, 9 eskerên têkoşîna terorê û polêsek heye."
Zelenskiy daxuyand, di nav eskerên ku hatin xelaskirin da yê herî kal 65, yê herî piçûk jî 19 salî ye û wiha dewam kir, "Bi taybetî 95 parêzkarên Azovstalê vedigerin mala xwe. Ji bo ku em hemû Ukraynayiyan bînin malê, em ê her tiştî bikin."
Yekeya Îstixbaratê ya Wezareta Parastina Ukraynayê daxuyand, duh 144 eskerên Ukraynayî pevguhertinê hatin xelaskirin, ji van 95 eskerên Fabirqeya Azovstalê ne.
AA