Zelenskiy: "Rûsya li dinyayê bû rêxistina terorê ya herî mezin"

Zelenskiy: "Rûsya li dinyayê bû rêxistina terorê ya herî mezin"

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy diyar kir ku Rûsya bû rêxistina terorê ya herî mezin a dinyayê û wiha got, "Dinya dikare terora Rûs rawestîne û divê rawestîne."

Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê da êrîşên Rûsyayê yên dijî bajarên Ukraynayê Kremençûk û Xarkîvê nirxandin.

Zelenskiy bal kişand ku li bajarê Kremençûkê navendeke danûsitandinê bû armanca fuzeyên Rûs û wiha got, "Ev ji xeynî terorê ne tiştekî din e. Terorîstên serîxirab ên ku teqez divê li ser rûyê erdê ciyê wan tunebe, bi tenê dikarin objeyeke wiha bi fuzeyan bikin armanc. Ev, êrîşeke fuzeyê ya xelet nîne. Ev, êrîşeke Rûs a li dijî navenda danûstandinê ye ku baş hatiye hesabkirin."

Zelenskiy her wisa diyar kir ku artêşa Rûs li dijî bajarê Xarkîvê jî êrîş pêk anî û di vê êrîşê da 5 kes hatin kuştin, 5 jê zarok 30 kes birîndar bûn û wiha axivî, "Rûsya bû rêxistina terorê ya herî mezin a dinyayê. Ev rastiyek e. Dinya dikare terora Rûs rawestîne û divê rawestîne."

- Di navenda danûsitandinê da hejmara kuştiyan derket 16an

Di daxuyaniya Servîsa Rewşên Bilez a Ukraynayê da wiha hat gotin, "Xebatên rakirina kavil didomin. 16 kes hatin kuştin, 59 kes jî birîndar bûn. Ji van 25 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhestin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE