Zerîf bertek nîşanî welatên Ewropayê da

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf: "Di 18 mehên dawî da ka teahûdeke xwe ya ku we bi cî anî nîşanî me bidin"

Zerîf bertek nîşanî welatên Ewropayê da

 Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf dijî pêngavên Îranê bertekên welatê Ewropayê rexne kir û wiha got: "Piştî Amerîka ji peymana nukleerê vekişiya welatên Ewropayê tu teahûdên xwe neanîn cî."

Zerîf li ser hesabê xwe yê Twîttterê hin parvekirin kirin û bertek nîşanî daxuyaniya welatên Ewropayê da. Zerîf wiha got:

"Em li gor peymana nukleerê hereket dikin. Lêbelê welatên endamên Yekîtiya Ewropyê tu teahûdên xwe neanîn cî. Di 18 mehên dawî da ka teahûdeke xwe ya ku we bi cî anî nîşanî me bidin."

Peymana nukleerê di navbera Îranê û Amerîka, Îngiltere, Fransa, Rûsya û Çîna welatên endamên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da piştî mizakereyên qasî du salan dewam kiribûn di sala 2015an da hatibû îmzekirin.

Amerîka piştî demekê ji Peymana ku bi navê Plana Çalakiya Hevpar a Berfireh (KOEP) tê zanîn vekişiyabû.

Îranê jî li ser vê bi hinceta ku welatên Ewropayê û Amerîka li ser sozên xwe nesekînine dest bi bernameya uranyum û zêdekirina stoqa avê kiribû.

Îranê di vê çarçoveyê da hefteya borî li Tesîsa Nukleerê ya Fordoyê ya ku li bajarê Qumê ye pêngaveke nû avêtibû û xaz berdabû hezar û 44 santrîfujan.

Îran diyar dike ku di metna peymana nukleerê da madeya 36emîn a dibêje "Heke mueyîde bên bicîanîn an jî yek ji aliyan berpirsyariyên xwe bi cî neyne Îran dikare ku bi temamî yan jî qismen berpirsyariyên xwe yên di peymana nukleerê da birawestîne" esas digire.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE