Zerîf îdiaya 'li nêzî Tehranê tesîseke nukleerê ya veşartî' red kir

Îranê îdiaya Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ya ku dibêje li nêzî Tehranê tesîseke nukleerê ya veşartî heye red kir.

Zerîf îdiaya 'li nêzî Tehranê tesîseke nukleerê ya veşartî' red kir

 Îranê îdiaya Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ya ku dibêje li nêzî Tehranê tesîseke nukleerê ya veşartî heye red kir.

Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, Netanyahu duh di axaftina li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da "nûmayîş" kir.

Zerîf di daxuyaniya xwe da wiha got: 

"Tu rapêşiyeke hunerekê nikare ser rastiyê bigre, rastî ew e ku li herêma me bi tenê Îsraîl xwediyê sîlahên atomê yên veşartî û bernameyên nukleerê yên neeşkerekire ye. Êdî dema wê hat ku Îsraîl bernameyên xwe yên nukleerê yên dereqanûnî îtiraf bike û ji lêkolîna mifetişên navneteweyî ra veke."

Wekî mayîn Behram Qasimiyê Berdevkê Wezareta Karên Derva jî ji bo îdiayên Netanyahu got "bêbingeh û wekî henekê".

Qasimî wiha axivî: "Ev rapêşiya teze ya rayedarên Îsraîla dagirker her çiqasî bersivê heq neke jî em vê îdiayê bi tundî red dikin."

Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê duh di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da îdia kiribû ku li nêzî Tehranê tesîseke nukleerê ya veşartî heye.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2018, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE